Alîkariya ji bo zarokên sêwî

Weqfa Alîkariyê li hezar û 200 zarokên sêwî îdanî belav kir.

Alîkariya ji bo zarokên sêwî

Beriya Cejna Qûrbanê zarok jibîr nekirin. Weqfa Alîkariya Mirovî beriya cejnê li zarokên sêwî alîkariya cil û bergan kir. Zarok bi îdaniyên xwe bextewar bûn.

Beriya cejnê, komele û weqf ji bo alîkariya hewcedaran hewl didin.

Li Sîîrtê jî Weqfa Alîkariya Mirovî İHH’ê beriya cejnê li hezar û 200 zarokên sewî alîkariya cil û bergan kir.

Zarok bi cil û bergên xwe yên nû beriya cejnê şa û bextewar bûn.

Berpirsa Weqfê ya Sîîrtê Fatma Erdemciyê jî got em naxwazin zarokên me bêkes bimînin.

Weqfê ji xeynî Sîîrtê ji 120 zarokên sêwî yên li Efrîqayê re jî alîkarî şandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE