Ji Bursayê xêrxwazekî Agiriyî ji bo ku li gelê Agiriyê bê belavkirin, 10 hezar pakêt melzemeyên alîkariyê şand. Şaredariya Agiriyê mal bi mal geriya û ew pakêt li kesên hewcedar belav kirin.
Koma Piştgiriya Civakî ya Şaredariya Agiriyê ji destpêka şewbê û pêve xizmetên alîkariyê didomîne.
Ji bo komê karsazekî Agiriyî ji Bursayê 10 hezar pakêt melzemeyên alîkariyê şand.
Şaredariya Agiriyê jî mal bi mal geriya û ji bo kesên hewcedar melzemeyên alîkariyê belav kir.
Şaredar Savcı Sayan bi xwe jî beşdarî xizmetan bû.