Heywanên kovî nehatin jibîrkirin. Li Adilcevaza Bitlisê Komeleya Aktîvîstên Behra Vanê ji bo ku heywanên kovî birçî nemînin û mirar nebin êm danîn quntara Çiyayê Sîpanê.
Li Biltlis û derdora wê îsal gelek berf ketiye erdê.
Ji ber berfê heywanên li çolê nikarin ji xwe re xwarinê peyda bikin.
Komeleya Aktîvîstên Behra Vanê û xelkê bajarokê Kazoxê
ji bo heywanan êm danîn xwezayê.
Kesên ku derketin ser quntarê Çiyayê Sîpanê êm û xwarin reşandin derdorê.
Welatî dibêjin: “Divê em zivistanê heywanên li çolê ji bîr nekin û wan birçî nehêlin.”