Alîkariyên meha remezanê

Li 600 malbatên hewcedar alîkarî hat belavkirin...

Alîkariyên meha remezanê

Komeleya Karwana Hêviyê di meha pîroz de malbatên hewcedar tenê nehiştin. Komeleyê li Mûşê li 600 malbatên hewcedar alîkarî belav kir. Xebatkarên komeleyê mal bi mal geriyan û koliyên wan teslîm kirin.

Bi hatina meha rehmet û bereketê alîkariyên ji bo hewcedaran zêde bûn.

Komeleya Karwana Hêviyê ku bi salan e li bal malbatên hewcedar e li Muşê bernameyeke alîkariyê li dar xist.

Komeleyê li 600 malbatên hewcedar têra mehekê malzemeyên alîkariyê belav kirin.

Xebatkarên komeleyê, ji bo bêhtir alîkarî bê kirin ji xwedanxêran jî alîkariyê dixwazin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE