Alîkariyên meha remezanê

Li Agriyê 4 ton û 600 kîlo sebze û fêkî hat belavkirin

Alîkariyên meha remezanê

Di meha pîroz remezanê de alîkariyên xêrxwazan dewam dikin. Li Agriyê bi qasî 4 ton û 600 kîlo sebze û fêkî, li batmanê jî li 100 malbatên hewcedar koliyên xurekê hatin belavkirin.

Xwedanxêr, di meha remezanê de bêhtir alîkariya hewcedaran dikin.

Li Agriyê ji bo hewcedaran sebze û fêkî hat belavkirin.

Sebze û fêkiyên ku bi xêra esnafên hala Agriyê hatin belvakirin, bi saya Komeleya Beşîrê li bajêr hatin belavkirin.

Rêvebirê komeleyê got: “Alîkariyên me wê dewam bikin.

Li Batmanê jî ji bo alîkariya hin malbatan koliyên xurekê hatin belavkirin.

Koliyên ku ji aliyê Platforma Dilên Yekbûyî hatin amadekirin, li 100 malbatên hewcedar hatin belavkirin.

Berdevkê Platformê got: “Alîkariyên me wê dewam bikin”

Welatiyan ji bo alîkariyê spasî xebatkarên platformê kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE