Amadehiya ji bo zivistanê

Kebanî him ji bo mala xwe, him jî ji bo firotinê sebzeyan hişk dikin

Amadehiya ji bo zivistanê

Bi hatina payîzê re, kebaniyên malê jî dest bi amadehiyên ji bo çileyê kirin. Jinên Midyadî him ji bo mala xwe him jî ji bo firotinê sebzeyan hişk dikin û tirşiyan çêdikin..

Di destê wan de kêr û ben, ji aliyekî paqij dikin ji aliyekî jî bi bên ve dikin.

Bacanên reş, îsotên girover û bacanên sor…

Ji bo zivistanê bi van zebzeyên organîk xwarinan çêbikin yek bi yek li ber tavê radixin û wan dikin qax…

Jinên Midyadî jî haziriya xwe ya çileyê dikin.

Kebanî ne tenê ji bo mala xwe, di çarçoveya projeya ÇATOM’ê de ji bo firotinê jî sebzeyan hişk dikin.

Bi vî awayî jin him pere qezenc dikin him jî sebra wan bi hev tê.

Dîroka nûkirinê: 01 îlon 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE