Amadehiya ji bo zivistanê

Gundî ji bo heywanên xwe çiloyên dar û beran berhev dikin

Amadehiya ji bo zivistanê

Dema payîz tê welatî haziriya zivistanê dikin. Lê ne tenê ji bo xwarin û vexwarina xwe, her wiha ji bo heywanan jî amadehî tên kirin. Gundiyên Şirnexê jî ji bo di çileyê de bidin heywanên xwe çilo an jî pelên dar û beran kom dikin.

Ev der gundekî Bêşebaba Şirnexê ye.

Gundî weke her sal îsal jî ji bo zivistanê bidin heywanên xwe, çilo û pelên darûberan berhev dikin.

Ya xweş ew e ku her roj ji bo malekê dixebitin.

Welatî dibêjin “em li pey şopa bav û kalên xwe ne, em ji wan wiha hîn bûn.”

Her wiha haya wan ji parastina xwezayê jî heye û ji bo zirarê nedin daran baldar in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE