Li Siwerega Rihayê berhemên ku jı tirî tên çêkirin gelek zêde ne. Bi hatina zivistanê re bastiq, dims û benî jî derketin ser dezgehan. Welatî ji bo zivistanê van berhemên organîk tercîh dikin û dikirin.
Zivistan hat û hewa sar bû...Haziriya ji bo zivistanê jî bê navber dewam dike.
Li Siwerega Rihayê, rezvanan rezên xwe hilanîn; bastiq, dims û benî çêkirin û şnadin dikanan.
Xwediyên dikanan dibêjin welatî ji bo zivistanê herî zêde dims û bastiqê dikirin.
Li herêmê him berhemên cotkaran tên firotin him jî welatî tiştên organîk dixwin.