Îro roja erefeyê ye û sibê jî eyd destpê dike. Li bazaran jî liv û tevgera eydê heye. Gel ji bo cejnê lazimiyên dawî dikire.
Li herêmê gel danûstandina xwe ya eydê dike.
Li sûk û çarşiyan eydanî hatine dayîn û li benda muşteriyên xwe ne.
Wekî her sal di dema cejnê de liv û tevegr zêde ye.
Wekî salên borî nebe jî herî zêde şeklameyên cejnê tên stendin.
Li kolan û kuçeyên Cizîr û Midyadê jî heman tevgerdarî heye.
Cejn kêfa gel, eleqeya zêde jî kêfa esnafan tîne cih.
Lêbelê tevî hemû tiştan tenê daxwaza gel aramî û bextewarî ye.