Îsal ji ber şewba koronayê welatî cejna xwe di malên xwe de derbas bikin. Serdana xizm û cîranan wê neyê kirin.lê belê dîsa jî şekirên eydê li ser dezgehan cîyê xwe girtin ...
Esnafan amadehiyên xwe yên Cejna Remezanê temam kirin. Lê belê ji ber şewba vîrûsa koronayê welatî wê di cejnê de ji malê dernekevin
Ji ber vê yekê eleqeya welatiyan ji bo danûstandina eydê jî, li gorî salên borî, kêm e.
Esnafan wekî her sal, îsal jî haziriyên xwe temam kirin û şekirê mêvanan danîn ser dezgehên xwe.
Her çend daxwaz kêm e jî gelek kes ji ededê, şekir û şirînahîyên xwe dikirin
Di marketan de îsal kîloya şekirê îdê ji 25 lîreyê dest pê dike.
welatî îsal ji ber tenduristîya xwe wê ji malê dernekevin û xizm û cîranan qebûl nekin..