Amadehiyên Cejna Remezanê

Ji ber şewba koronayê danûstandin zêde nayê kirin...

Amadehiyên Cejna Remezanê

Esnafan amadehiyên xwe yên Cejna Remezanê temam kirin. Lê tê texmînkirin ku ji ber şewba vîrûsa koronayê welatî di cejnê de ji malê dernekevin. Ji ber vê yekê eleqeya welatiyan ji bo danûstandina eydê jî, li gorî salên borî, kêm e.

Ji Cejna Remezanê re tu nema. Li seranserê welêt kelacana cejnê heye.

Lê îsal ji ber şewba vîrûsa koronayê amadehiyên ji bo cejnê li gorî salên din kêm e.

Esnafên Midyadê wekî her sal, îsal jî haziriyên xwe temam kirin û şekirê mêvanan danîn ser dezgehên xwe.

Her çiqas bihayê tiştên cejnê erzan bin jî danûstandin kêm e. Welatî jî esnaf jî ji ber vê yekê aciz in.

Tê texmînkirin ku welatî îsal di cejna Remezanê de ji malê dernekevin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE