ji cejna remezanê re hindik ma. Li seranserê welêt û Efrînê amadehiyên eydê tên kirin.
welatî bi roj û piştî fitarê derdikevin derve, şekir, xwarin û cil û bergan distînin.
Ji bo Cejna Remezanê li her derê amadehî tên kirin.
Li Efrîna rengîn sûk û kolan bi xurek, şekir û xwarinên cejnê xemilîn.
Li sûk û kolanan welatî zêdetir şekirê eydê û xurekan distînin
Ji xeynî xwarinan malbat ji bo xwe û zarokên xwe cil û bergan dikirin.
Li Midyada Mêrdînê jî liv û tevgerdariya cejnê heye.
Esnafên sol û cil û bergan difroşin dibêjin îsal karê me zêde ye.
Welatî jî digel germê diçin dikanan û lazimiyên xwe dikirin.
Piştî 2 salan qedexeyên şewba koronayê rabûn û welatî bi rehetî danûstandinê dikin.