Amadehiyên ji bo zivistanê

Konserve û rişteyên zivistanê ji niha ve tên çêkirin

Amadehiyên ji bo zivistanê

Welatî van rojan amadehiya xurekên zivistanê dikin. Bacanê sor, bacanê reş, bîberan dipêjin û konserve amade dikin. Li hin deran jî rişte tên çêkirin.

Bacanê sor, bacanê reş, bîberan yek bi yek paqij dikin...

Wan hûr dikin...Seranserê rojê wan li ser agir dipêjin...

Li her derê welêt di van rojan de amadehiyên xurekên zivistanê tên kirin.

Li gundê Muşê welatî konserve digrin.

Li gorî qelebalixiya malbatê konserve tê çêkirin.

Konserve yek cure jî nîn e.

Li Iğdırê jî jin rişte çêdikin.

Hevîrê rişte dikin, girê girê vedikin û bi makîneya wê wek bendikan hûr dikin.

Paşê wan li ser şirîtan radixin.

Genimê ji bo riştê yê bê derman û gubre ji aliyê Şaredariya Iğdırê ve hatiye çandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE