Apê pisîkan

40 pisîkên wî hene û navê her yekê cuda ye

Apê pisîkan

Li bajêr bi navê Apê Pisîkan tê nasîn û 40 pisîkên wî hene. Abdulkerîm Yıldızê Sêrtî bi salane li pisîkan xwedî derdikeve û navê her pisîka wî jî cûda ye.

Serçe, Marodona, Pele, Putîn, Trump, Netenyahu, Saddam û Qeddafî…

Ev nav ne navên navdarên cihanê, navên psîkan e…

Abdulkerîm Yıldız li bajêr bi navê Apê pisîkan tê nasîn û bi van navan gazî psîkên xwe dike…

Xalê Evdilkerîm 64 salî ye û ji sedî 25ê mehaniya xwe ya teqawidiyê ji bo psîkan xerc dike.

Apê pisîkan got, ‘’Ez ne mihtacê tu kesî me, ez bi tenê mihtacê Xwedê me. Ez ji berîka xwe her roj ji bo van psîkan pere xerc dikim û li wan xwedî derdikevim. Nêzî 40 psîkên min hene.’’

Apê pisîkan, ji bo pisîkan mehê carekê goştê mirîşkan û salê carekê jî bûryanê dikire.

Apê pisîkan got, ‘’Mehê carekê roja înê ez ji bo wan mirîşkan dikirim. Salê carekê jî ji bo xêra xwedê ez ji wan re 100 gram goştê bûryanê distînim. ‘’

Apê psîkan dibêje bila her kes li heywanan xwedî derkeve.

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 13:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE