Aplîkasyoneke din a xwemalî

Eleqeya ji bo sepana axaftin û peyamşandinê Kamappê zêde bû

Aplîkasyoneke din a xwemalî

Beriya 4 salan, 5 hevalan bi hev re aplîkasyona peyamşandinê ya bi navê kamappê çêkirin. Di demên dawî de ji ber nerazîbûna ji bernameyên din, eleqeya ji bo kamappê zêde bû û di çend rojan de 100 hezar kesî li telefona xwe bar kir.

KamApp bernemaya xwemalî ya axaftin û peyamşandinê ye.

Ji aliyê endezyar Nihat Cindioğlu û 4 hevalên wî ve hatiye çêkirin.

Piştî biryara WhatsAppê ya li ser agahiyên nepenî, bi milyonan kesî berê xwe da bernameyên din.

KamApp jî yek ji wan e.

Di nav hefteyekê de 100 hezar kesî KamApp li telefona xwe bar kir.

Ligel ku eleqeya ji bo bernameyê zêde bû, niha endezyarên wê dikin aplîkasyon zêdetir bi pêş bixin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE