Aquaparka ewil a Bilîsê

Li qeraxa Gola Vanê tesîseke modern tê çêkirin

Aquaparka ewil a Bilîsê

Li Tetwana Bilîsê cara ewil aquaparkeke mezin û modern tê çêkirin. Tesîsa ku lı qeraxa Behra Wanê tê çêkirin wê di havîna 2020an de dest bi xizmetê bike.

Aquaparka Bilîsê li ber qedandinê ye.

Tesîsê, Komeleya Karzazên Turîzmê çêdike. Înşeat li Tetwanê, li perava Behra Wanê ye.

Di tesîsê de ji bilî hewz û qadên avjeniyê, hin navendên şahî û lîstikê jî hene.

Serokê Komeleyê Battal Taşar got: “Em li benda xelkê herêmê ne. Bi hatina wan em ê gelekî kêfxweş bibin.”

Dîroka nûkirinê: 20 Tebax 2019, 09:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE