Li tevahiya dinyayê heta niha ji 4 milyar û 620 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin.
Li gor malpera "Ourworldindata.org"ê ku daneyên ser aşiya Kovîd-19ê berhev dike, Çîn bi milyarek û 830 milyon dozî va bûye welatê ku heta niha herî zêde aşî lê hatiye lêxistin, pey Çînê; bi 523 milyon û 670 hezarî va Hindistan, bi 353 milyon û 860 hezarî va Amerîka, bi 160 milyon û 60 hezarî va Brezîlya, bi 108 milyon û 180 hezarî va Japonya, bi 96 milyon û 850 hezarî va Almanya, bi 87 milyon û 180 hezarî va Îngiltere, bi 82 milyon û 138 hezarî va Tirkiye, bi 79 milyon û 290 hezarî va Fransa, bi 79 milyon û 50 hezarî va Endonezya, bi 74 milyon û 800 hezarî va Meksîka, bi 73 milyon û 290 hezarî va Îtalya, bi 68 milyon û 640 hezarî va Rûsya, bi 60 milyon û 450 hezarî va Îspanya û 51 milyon û 140 hezarî va jî Kanada tê.
Li tevahiya dinyayê heta niha ji 4 milyar û 620 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin.
- Tirkiye di nav welatên aşî lê tê lêxistin da di rêza 8emîn da ye
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê hetanî niha 82 milyon û 138 hezar û 739 doz aşiya Kovîd-19ê li welatiyan xistin.
Tirkiye li gor hejmara aşiya hat lêxistin li dinyayê kete rêza 8an. 43 milyon û 534 hezar û 341 kesan doza ewil li xwe xistiye, 32 milyon û 155 hezar û 612 kesan jî her du doz li xwe xistine.AA