Astengî bi werzîşê têk bir

Dev ji jiyanê berneda û li Türkiyeyê bû yekemîn.

Astengî bi werzîşê têk bir

Mala Beşir İdemê astengdar li İdila Şırnakê ye. Beriya 10 salan di qezayekê de, ji her dû destên xwe û çavekî xwe bû astengdar. Ciwanê jêhatî dev ji jiyanê berneda û dest bi sporê kir. Beşir di şampiyonaya atletîzmê de bû yekemîn û sêyemê welêt…

Beşir İdemê astengdar li İdila Şırnakê li gundê Kovexê dijî.

Beriya 10 salan di qezayekê de, ji her du destên xwe û çavekî xwe bû astengdar. Ciwanê astengdar dev ji jiyanê berneda û du sal berê dest bi sporê kir.

Beşir İdem di şampiyonaya astengdaran de di atletîzmê de bû yekemîn û sêyemînê welêt.

Malbat û mamosteyên wî jî her tim li pişt wî ne.

Beşir, bi vê hewl û xîreta xwe ji kesên din re jî dibe mînakeke baş.

Xeyala wî ya herî mezin jî dixwaze di tîma neteweyî de bilîze.

Beşir İdem niha dixwaze destên protez jê re werin çêkirin…

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE