Astengdar bi xebatên xwe dibin mînak

Veyselê astengdar bi qabiliyeta xwe ya telkariyê bala mirovan dikişîne...

Astengdar bi xebatên xwe dibin mînak

Astengdar li hemû bajarên welêt her ku diçe zêdetir tevlî xebatan dibin.Bi hewl û keda xwe ji bo gelek mirovan dibin mînak.

Yek ji wan astengdaran jî Veysel Paksak e.Paksakê 23 salî li Midyata Mardinê dijî. Guhê wî nabihîze û lal e. Lê belê ji bo hînbûna hunera telkariyê beşdarî kursê bû.

Astengdarê ciwan bi qabiliyeta xwe di demeke kurt de hînî telkariyê bû. Bi xebata xwe bala gelek kesan kişand ser xwe.

Mamosteyên kursê dibêjin ku dê Veysel bi vê xebata xwe piştî 6 mehan bibe mamosteyekî baş.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE