Astengdarê jêhatî

Bi vê hewl û xebata xwe ji kesên din re jî dibe mînakeke baş...

Astengdarê jêhatî

Mustafa Yasak li Cizîra Botan jiyana xwe didomîne. Yasak, di 20 saliya xwe de hewale derbas kir û ji ber vê yekê bû astengdar. Ji ber astengdariya xwe nikaribû ji malê derkeve. Du sal berê ji xwe re dikanek vekir û niha bi saya vê dikanê debara xwe dike. Yasak bi ve hewl û xîreta xwe ji gelek kesên din re jî dibe mînakek.

Mustafa Yasak 36 salî ye û li Cizreyê jiyana xwe didomîne. Yasak, di 20 saliya xwede hewale derbas kir û ji ber vê yekê bû astengdar

Ji ber ku astengdar e nikaribû ji malê derkeve .Yek xeyala wî hebû, ew jî ku bibe xwedî kar û debara xwe bike…

Du sal berê ji xwe re dikanek vekir û niha bi saya vê dikanê jiyana wî xweştir bûye..

Zilamê jêhatî dev ji heyatê berneda û dibêje bila tu kes dev ji armanca xwe bernede û bixebite.

Yasak, di dikana xwede tîştên bi dest hatine çêkirin difiroşe. Yasak, bi vê hewl û xebata xwe ji kesên din re jî dibe mînakeke baş.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE