Astronotê Kurd

Cumali Atilla xwedî li Abdulkadir Topkaç derket

Astronotê Kurd

Namzedê Ak Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Cumalî Atîlla, xwedî li astronot Abdulkadır Topkaç derket. Bi telîmata Atîlla, mala Topkaç hat temîrkirin û bi eşyayên nû hat nûkirin. Astorontê Kurd encamên lêkolînên fezayî bi NASAyê re jî parve dike.

Abdulkadir Topkaçê 65 salî li navçeya Sur a Amedê bi serê xwe dijî û xebatên wî bala NASAyê jî dikşîne.

Abdulkadir nanpêj e, lê belê ew ji sala 1990î û vir vê bi zanîsta fezayê re eleqedar dibe.

Astronê kurd nêzî 30 sal e bi teleskopa xwe derdikeve ser xanî û li ser asîmanan lêkolînê dike.

Topkaç hemû serwetê xwe li ser astronomiyê xerç kir û ji hêla aboriyê ve ket tengasiyê. Xaniyê ku tê de rudinişt jî bû wêrane.

Qeyum û namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Cumalî Atîlla alîkariya Topkaç kir.

“Halê mala Abdulkadir qet ne baş bû. Me derî û pace nû kirin û dîwar temîr kir. Piştre jî me jê re hewcedariyên wî peyda kirin. Şaredariya me wê her wextê xwedî li zanyar û mirovên birûmet derkeve.”

Bi telîmata Şaredar Cumalî Atîlla, mala Abdulkadir Topkaç hat temîrkirin û bi eşyayan hat nûkirin.

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 11:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE