Ava Enzelê ji bo gelê Diyarbekirê şîfa, ji bo Baxçeyên Hevselê jî nîşana bereketê ye. Di Kaniya Enzelê de piştî 40 salan dîsa masî hatin dîtin. Ji bo Kaniya Enzelê bibe gola masiyan xebatên parastinê tên kirin.
Ava Enzelê di belgeyên dîrokî de wekî eyn Zulal derbas dibe.
Çavkaniya ava Kaniya Enzelê çiyayê Qerejdaxê ye. Ev ava pîroz ji roja ku bajarê Amedê ava bûye heta niha zelal û sar diheriqe. Bajariyan gelek salan ava mala xwe ji vê derê dibir.
Ava enzelê çavkaniyeke girîng û taybet e. Av ji bo gelê bajêr şîfa, ji bo baxçeyên hevselê jî berekete e.
Ya balkêş di ava kaniya enzelê dê piştî 40 salan dîsa masî hatin dîtin. Xuyakirina masiyan ji bo şêniyên Amedê kêfxweşiyeke mezin e.
Ji bo kaniya enzelê bibe gola masiyan û bi kêrî turîzmê were xebatên parastinê tên kirin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, hawirdora Kaniya Enzelê paqij kir û xebat dewam dikin.