Li Mazidagiya navçeya Mêrdînê Ava Reş û newala wê payîzê bi xweşikiya xwe va balê dikşînin.
Wek Mêrdînê navçeyên wê jî her demsal xweştir xuya dikin.
Çemê Ava Reş û newala wê ya li nêzîkî rêya di navbera Diyarbekir û Mêrdînê da ye payîzê bi xweşikiya xwe va balê dikşînin, mirov tên ziyaretê.
Li newalê cihekî ji bo meşê ya 10 kîlomêtroyî heye. Kesên tên vê derê der û dorê temaşe dikin, dengê çûkan û avê guhdar dikin, hewaya paqij dikşînin hundirê xwe.
Kesên dixwazin wêneyan bikşînin jî vê derê wêneyan dikşînin û wek diyarî vedişêrin.