Ava Sûlava Muradiyeyê gelek zêde bû

Li devera sûlavê dîmenên gelek xweş çêbûn, lê tu kes tune temaşe bike.

Ava Sûlava Muradiyeyê gelek zêde bû

Her sal biharê ava Sûlava Muradiyeya Wanê gelek zêde dibe. Berê gelek mirov van çaxan berê xwe didan ber sûlavê. Lê îsal ji ber şewba koronayê li dora sûlavê tu kes tune.

Ava Sûlava Muradiyeya Wanê di biharê de ji ber hewaya germ gelek zêde dibe.

Ji bona vê jî berê gelek welatî diçûn deverê.

Îsal jî ava sûlavê gelek rabû û dîmenên xweş çêbûn. Lê belê tu kes tune ku lê temaşe bike.

Tesîsên li dora sûlavê li benda rabûna qedexeyê ne.

Xwediyên tesîsan dibêjin ku me hemû tevdîrên hewce hildane, bila welatî bi dilekî rehet bên Muradiyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE