Ava Spî eleqeya turîstan dikşîne

Ji bilî welatiyên ji Diyarbekir, Batman, Şirnex û Şanliurfayê ji Iraqê gelek kes tên ber avê û li vir bêhna xwe didin

Ava Spî eleqeya turîstan dikşîne

Ava Spî ya ku di navbera navçeyên Midyad û Nisêbîna Mêrdînê de ye eleqeya turîstên biyanî û herêmî dikşîne, gelek kes tên li vir û bêhna xwe didin.

Ava Spî 30 kîlomêtro nêzîkî navçeya Midyadê û 20 kîlomêtro jî nêzîkî navçeya Nisêbînê ye. Bi ava xwe ya zelal û hawîrdora xwe ya xweş va di dawiya hefteyê de ji bo gelek turîstan dibe cihê bêhnvedanê.

Ji bilî welatiyên ji Diyarbekir, Batman, Şirnex û Şanliurfayê ji Iraqê jî gelek kes tên ber avê.

- "Yên tên li vê derê bi kêfxweşî ji vir diçin"

Muzaffer Akyuzê li nêzîkî Ava Spî xwedî kargehekê ye ji nûçegihanê AAyê ra got dema turîzmê di biharê de dest pê dike û bi taybetî havînê rojên yekşemê zêde kes tên devê avê.

Akyuz got ji ber ku ava vê derê pir paqij e her kes tê vir û wiha dewam kir: "Piştî taştê em izgarayê ji mêvanên xwe re çêdikin. Li vir aramî heye û em kêfxweş in. 10 sal berê li vir kargeh tunebûn, li herêmê pirsgirêk hebûn lê niha em rehet in, tu pirsgirêka me tune. Yên tên li vê derê dibînin bi kêfxweşî ji vir diçin. Em dixwazin bila her kes bê vê derê bibîne."

- "Ji ber av û xwezaya wê em tên li vir"

Atîlla Altunkaynakê ji Diyarbekirê ji bo geştê hatiye Ava Spî got ew li vir bêhna xwe didin, ji Stenbol, Enqere, Îzmir û Antalyayê jî mirov tên li vir bibînin û wiha dewam kir: "10 sal berê li vir tu tişt tunebû, herêma terorê bû. Lê niha mirov qefle bi qefle tên. Av pir zelal e û tê vexwarin. Ji ber av û xwezaya wê em tên li vir."

Esra Altundaga ku bi hevalên xwe ra hatiye Ava Spî jî got ev der pir xweş e, divê her kes bê bibîne û got dema ew zivirî Îzmirê ewê pesnê av, xweza û xwarinên vê derê bide.

Kevser Altundagê jî got ev der cihekî pir xweş e û wiha axivî: "Hawîrdor paqij e, xwarinên wê bitahm in, cihekî biewlehî ye. Ez pêşniyaz dikim ku bila her kes bê."


AA

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE