Çilkaniya li Kemaha navçeya Erzîncanê ya li Qada Avên Sar e ji hêla gelek kesan va tê ziyaretkirin.
Ava Çilkaniyê ji 40 çavkaniyên cuda yên quntara Çiyayên Munzurê derdike û 40 kîlomêtro dûrî bajêr û 11 kîlomêtro jî durî navçeyê ye.
Bi sûlav, çem û siruşta xwe va ev der ji welêt û dervayî welêt gelek kesan ra mavûzaniyê dike.
Welatî tên li vê derê bêhna xwe didin, seyranê dikin, wêne û dîmenan dikşînin.
Yuksel Oktayê karsaz yê li wir qadeke behnvedanê ya ji bo ziyaretvanan ava kiriye got ev der ji hêla gelek kesan va tê ziyaretkirin û wiha axivî: "Ava vê derê di 15ê hezîranê da derdikeve, di dawiya tebaxê da jî diçike. Berê wek Çilkanî dihat zanîn. Ev avên cuda ji 40 kaniyan derdikevin û digîhêjin hev, ji vir derbas dibin û digîhêjin Çemê Feratê."
Oktay got qasî 10 hezar turîst tê vê derê û ava vir jî dikare bê vexwarin.
Ebru Çelebiya ji Îzmirê hatiye jî got ev der cihekî gelek xweş e û divê her kes bê bibîne.
Gulşen Oktay ê got heyrana vê herêmê ye, çiqas wextê wê hebe ew tê vir û pêşniyaz kir ku bila her kes di meha tîrmeh û tebaxê da bê vê derê bibîne.
AA