Avahî, medrese û goristana gund careke din xuya bûn

Hefteyeke berê li Egîla Dîyarbekirê derîyekî Bendava Dîcleyê teqîya.

Avahî, medrese û goristana gund careke din xuya bûn

Gundê tekkeyê berîya vê bi 20 salan di bin ava berajê de mabû. Av ji bendê çû, gund dîsa xuya bû. Niha xanî, medrese û goristana gund li derve ne. Welatî berê xwe didin gorên kal û pîrên xwe, li ser tirban fatîheyan dixwînin.

Hefteyeke berê li Egîla Dîyarbekirê derîyekî Bendava Dîcleyê teqîya.

Loma jî ava beracê daket.

Gundê Tekkeyê ku 20-30 sal beriya vê di bin ava de mabû, tevî avahî û goristana xwe derket.

Ji 25 pêxemberên ku navê wan di Qurana Pîroz de heye 2; Elyesa û Zulkuf Pêxember jî di vê goristanê de medfûn bûn. Lê ji bo ku di bin avê de nemînin hatibûn veguhestin cihekî bilindtir.

Bi kêmbûna avê re bermayîyên gund yên wekî medrese, mizgeft û goristan careke din derketin. Welatî tên serdana gundê xwe, li ser goran fatîheyan dixwînin.

Niha gelek welatî tên li vî cihê dîrokî wêneyan digirin.

Dîroka nûkirinê: 21 Kanûn 2018, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE