Avahiya ku li pêşiya mizgefta dîrokî hatibû çêkirin hat xirakirin

Mizgefta Latîfiyeyê ya li navçeya Artukluyê jî ji wan cihên dîrokî yek e. Li pêşiya wê, avahiyeke 4 qatî hatiye çêkirin û vê avahiya nû pêşiya mizgefta dîrokî girt.  

Avahiya ku li pêşiya mizgefta dîrokî hatibû çêkirin hat xirakirin

Li Mêrdînê avahiyên nû yên betonarme ku pêşiya cihên dîrokî digrin, yek bi yek tên xirakirin. mizgefta latîfiyeyê jî ji wan cihên dîrokî yek e. li pêşiya wê avahiyek hatibû çêkirin û manzaraya wê xira dikir. ew avahiya ku li pêşiya mizgefta dîrokî hatibû çêkirin, niha tê xirakirin.  

Mêrdîn bi cihên xwe yên dîrokî navdar e. Bajêr niha jî bi saya cihên xwe yên dîrokî wekî bajarekî kevnare xuya dike.  

Di salên dawî de mixabin gelek caran li nêzî cihên dîrokî avahiyên nû hatine çêkirin û ew cihên dîrokî li paş van avahiyên nû man.  

Mizgefta Latîfiyeyê ya li navçeya Artukluyê jî ji wan cihên dîrokî yek e. Li pêşiya wê, avahiyeke 4 qatî hatiye çêkirin û vê avahiya nû pêşiya mizgefta dîrokî girt.  

Niha ew avahiya nû tê xirakirin. Waliyê Mêrdînê Mahmut Demirtaş diyar kir ku hemî avahiyên ku pêşiya cihên dîrokî digrin wê bên hilweşandin.  

Waliyê Mardinê Mahmut Demi̇rtaş: “Xebatên me dewam dikin. Em him avahiyên ku  li qadên sîtê wek kaçax hatîne çêkirin xira dikin, him jî avahiyên ku manzaraya cihên dîrokî digrin xira dikin. Me heta niha nêzî 90 avahî xira kirin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE