Avahiyên betonarme tên hilweşandin

Li Mardinê ji bo pêşiya avahiyên dîrokî vebe xaniyên betonarme tên hilweşandin  

Avahiyên betonarme tên hilweşandin

Li Bajarê Qedîm Mêrdînê, ji bo avahiyên dîrokî xuya bikin xaniyên betonarme tên hilweşandin. piştî xebatan wê pêşiya avahiyên dîrokî vebe. 

Walîtiya Mêrdînê ji bo qad û avahiyên dîrokî xebateke nû da destpêkirin.  

Li bajêr avahiyên betonarme yên ji 2 qatan bilindtir tên xerakirin. 

Piştî xebatan wê derdor û pêşiya avahiyên dîrokî vebe, qada bajêr wê firehtir bibe.  

Bi hilweşandina avahiyan tê plankirin ku turîzma bajêr geştir bibe û Mêrdînî qezenc bikin. 

Tê plankirin ku xebat di demeke kurt de xelas bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE