Girava Axtamarê ya li navçeya Gewaşê ya ku her sal bi hezaran kes ziyaret dike, bi darên behîvan ên kulîlkvedayî va xemilî.
Axtamara her demsal bi dîmenên xwe yê nûwaze û digel hêşînahiya Gola Wanê va ziyaretvanan hejmetkar dihêle, niha bi kulîlkên behîvan va mazuvaniya mêvanên xwe dike.
Turîstên dixwazin herin giravê tên ber îskeleya navçeya Gewaşê, tekneyan siwar dibin û piştî rêwîtiyeke qasî 20 deqîqeyan xwe digihînin giravê.
Walîtiya Wanê, Şaredariya Mezin a Wanê û Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr ji bo nasandina xweşikiyên giravê pêşbirbeke bi navê "Maratona Wêneyan a Safariyê ya Kulîlkên Behîvan ya Axtamarê ya 1emîn" li dar xistin.
Kesên wêneyan dikşînin hatin giravê ku dîmenên darên behîvan, Dêra Axtamarê û Gola Wanê bikşînin.
Endamên Komeleya Wênekêşên Gerdûnî ya Ercîşê di vê pêşbirka ku 3 roj dewam kir da hatin giravê û ji bo wêneyên ji hev xweştir bikşînin hewl dan.
Mamoste Esra Kartala ku hatiye giravê got ew endamê komeleyê ye û bi hevalên xwe ra hatiye ku wêneyên xweş bikşînin.
Kartal got di nav wan da hin kesên heta niha nehatine giravê jî hene û wiha axivî: "Em qasî bi 30 kesî va hatin virç Dîmeneke bêhempe pêşwaziya me kir. Her kes dibe heyranê vê derê. Ez ji her kesî ra pêşniyaz dikim ku bila bên giravê û bi darên kulîlk vedane bibînin."