Bû xwediyê fabrîqeya berfeşîrê

Bi saya piştgiriya dewletê li ser 10 donim erdî fabrîqeya berfeşîrê vekir.

Bû xwediyê fabrîqeya berfeşîrê

Li Batmanê mirovekî ji dewletê kredî stand û fabrîqeya berfeşîrê vekir. Niha di fabrîqeyê de 150 kes dixebitin. Kesên ku berfeşîrê belav dikin jî di nav de ne bi tevahî 500 kes tên îstihdamkirin.

Yahya Ezer li Batmanê fekî û sewze difrotin. Pişt re ket fabrîqeya berfeşîrê û xebitî.

Dema ku di fabrîqeyê de dixebitî ji xwe re atolyeyeke piçûk a berfeşîrê vekir.

Paşê ji dewletê kredî stend û li ser 10 donim erdî fabrîqeya berfeşîrê çêkir.

Niha di fabrîqeyê de rojê 50 ton, mehê 1300 ton berfeşîrê çêdike. Berfeşîrê him li navwelêt difiroşe, him jî dişîne Iraq û Sûriyê.

Di fabrîqeyê de 150 kes dixebitin. Yên ku berfeşîrê belav dikin jî di nav de, bi tevahî 500 kes debara xwe bi wê dike.

Bi saya kargehên wisa him welatî dibin xwediyê kar, him jî aboriya bajêr bi pêş ve diçe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE