Bacanên herî şîrîn

Jinên Îdirê ji bo zivistanê ji bacanan rîçalê çêdikin...

Bacanên herî şîrîn

Ji bacanên reş rîçalê çêdikin û difiroşin… Jinên Kulba Îdirê him ji bo amadehiya zivistanê, him jî ji bo debara mala xwe rîçalê bacanan çêdikin û difiroşin.

Li Kulba Îdirê wexta çêkirina rîçala bacanan e.

Jinên navçeyê, bi piştigirya şaredariyê ve, him ji bo amadehiya zivistanê, him jî ji bo debara mala xwe ji bacanên reş rîçalê çêdikin û difiroşin.

Bacanên ku ewilî tên qaşkirin, pişt re qederê 4 saetan, bi leymûn û şekir di qazanan de tên kelandin.

Piştî rîçal amade bû jî, tijî qebanozan dikin û him ji bo malên xwe him jî ji bo mişteriyên xwe didin alîyekî.

Kewaniyên ku rîçalê çêdikin dibêjein: “Tama vê rîçalê, tameke zahf cihê ye, divê hemû welat vê tamê binase.”

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE