Di pêvajoya vîrûsa koronayê de wekî mizgeftan, hemû îbadetxaneyên din ji bo tevdîrê hatibûn girtin. Pıştî normalbûnê li Midyada Mêrdînê dêran, dîsa deriyên xwe vekirin û dest bi ayînan kirin.
Di pêvajoya koronavîrûsê de tevî camî û mizgeftan hemû îbadetxaneyên dînên din jî ji bo tevdîrê hatibûn girtin.
Lê piştî ku tesîra koronayê şikiya û heyameke nû dest pê kir, wek camî û mescîdan dêr û hawrayên li welêt jî ji bo îbadetê hatin vekirin.
Di vê çarçoveyê de dêrên ku li herêmê bi taybetî jî li herêma Mêrdîn û Midyadê 3 meh şûn da dîsa deriyên xwe vekirin û dest bi ayînan kirin.
Welatiyên Suryanî, roja duşemê, li gorî mesafeya jihevdûrbûnê li dêran civiyan û dest bi îbadetan kirin.