"Bajarê Pêxemberan" vê remezanê dê mêvanên xwe bi tedbîrên Kovîd-19ê biezimîne

"Bajarê Pêxemberan" vê remezanê dê mêvanên xwe bi tedbîrên Kovîd-19ê biezimîne

Bajarê Rihayê ku li gorî rîwayetan Hezretî Îbrahîm lê jidayik bûye, Hezretî Eyûb, Hezretî Elyasa û Hezretî Şûeyb lê jiyane, li dinyayê digel ku navendeke sereke ya turîzma baweriyê ye, bi nirxên xwe yên çandî jî derdikeve pêş.

Binkeya Gola Masiyan ku li gorî riwayetê Hezretî Îbrahîm lê jidayik bûye û her wiha avêtine agir, ji wan ciyan e ku geştiyar herî zêde ziyaret dikin.

Ji xeynî vê, "Mekanê Sebrê" ku wisa tê qebûlkirin ciyê înziwayê yê Hezretî Eyûb e jî bala geştiyaran dikişîne. Dîsa Mizgefta Mezin, mizgetên dîrokî yên wekî ya Hesen Paşa û Yusuf Paşa jî di nava bernameya gerê ya geştiyaran da cih digire.

Miftiyê Parêzgehê Mehmet Taştan ji peyamnêrê AAyê ra got ku hemû amadekariyên wan ên seba remezanê kuta bûn.

Taştan diyar kir ku îsal ji ber şewbê qada liv û lebatê ya wan hinekî teng e, lê dîsa jî ew ê hewl bidin ku meha remezanê xweş derbas bibe û wiha dewam kir, "Li Rihayê di 2 hezar û 100 mizgeftên me da hemû tedbîr hatine sitandin. Welatî dikarin bi dilekî rihet ibadetên xwe bikin. Înşelah li mizgeftên me miqabele jî dê bê xwendin. Daxwaza me ji welatiyên me ew e ku gava tên mizgeftê bira sicade û Qur'ana xwe bi xwe ra bînin."

Taştan her wiha bal kişand ku îsal mizgeft rojê 5 weqt vekirî ne û welatî dikarin bên û her wiha nimêja xwe bikin, lê destûra kirina terawîhê li mizgeftan tuneye.

Taştan herî dawî jî ew hişyarî anî ziman ku welatî di warê wextê fitar û paşîvê da baldar bin û di van weqtan da li saetê jî mêze bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE