Li pirtukxaneya gel a mûşê hemû pirtuk di makîneyeke taybet de, ji bakteriyên bi zirar tên paqijkirin. bi saya vê xizmetê xwendevan bi dilekî rihet tên pirtukxaneyê û kitêban digirin.
Ev der Pirtukxaneya Gel a Mûşê ye.
Xwendevan li gorî tevdîran, bi dil rihetî rûniştine; hin ji wan pirtûk dixwînin hin ji wan jî ders dixebitin.
Rêvebiriya pirtukxaneyê ji bo teduristiya mêvanên xwe hemû tevdîrên hewce girtine.
Ligel paqijiya ku tê kirin, ji bo kitêbên ku xwendevan digirin jî makîneyek taybet heye.
Rojê zêdetirî 300 kes tên pirtukxaneya gel.
Bi saya vê makîneyê hemû pirtûkên ku xwendevan tînin bi lez û bez tên dezenfektekirin.