Hemalên Stenbolê navdar in. ji berê de li cihên hevraz ji bo baran bibin, esnaf wan digirin. carna bar li pişta xwe dikin, carna bi erebeya destan dibin. jixwe li devera ku ew lê disekinin peykerê hemalekî heye...
Li kaşên Emînonu, Texteqele û Mahmutpaşa barên herî giran li ser pişta wan in...
Hin caran çewal, kolî û tûrên sed kîloyî li pişta xwe dikin û dev didin rê...
Hemalan ji xwe re sîstemek çêkiriye. Ew lek bi lek veqetiyane. Gava kar derdikeve, bi dorê diçin.
Ciwan ji teknolojiyê îstîfade dikin.
Wan ji xwe re pergal saz kiriye ku bi qasî nifşê beriya xwe newestin...