Li Beytuşebaba Şirnakê baran gelek barî, lehî rabû. Ji ber vê yekê kolanên bajêr di bin heriyê de man, ava malan bi herî hat. Şaredariyê kolan dan paqijkirin û ava paqij li welatiyan belav kir.
Di mehên biharê de wek her sal li Beytuşebaba Şirnakê baran gelek dibare.
Ev yek dibe sedema lehiyê.
Lehî li nav bajêr heriyê berhev dike, ava malan şêlû dibe.
Şaredariyê zend û bend badan dest bi xebatan kir.
Kolanên bajêr ji aliyê agirkujiyê ve hatin paqijkirin.
Şaredarî wê ji bo ava paqij, li bajêr pergaleke nû saz bike.
Ji bo kesên zirar ji lehiyê girtine, alîkarî wê bê dayîn.