Barên xwe bi taxokan tînin gund

Ji bo dar û berên xwe yên li çolterê bînin alîkariya hev dikin.

Barên xwe bi taxokan tînin gund

Li Colemêrgê berf ewqas zêde ye ku gundî tenê dikarin bi taxokan li herêmê bigerin. Heywandar dar û berên xwe yên li çolterê bi taxokan tînin gund.

Ev dîmen ne ji fîlmekê ne, ne jî dîmenên zemanê berê ne…

Li Colemêrgê heywandar dar û berên ku beriya zivistanê kom kiribûn ji binê berfê derdixin û li ser taxokan tînin nava gund.

Ji bo vî karî 3-4 heywandar piştgiriyê didin hev û bi hev re diçin çolterê û tên.

Her çiqas di vê sir û sermayê de karekî zehmet be jî gundî ji halê xwe razî ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE