Tetîla Eyda Qurbanê wekî 9 roj hat diyarkirin û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî ji ber vê fersendê bi xweşiyên xwe yên siruştî û deverên xwe yên dîrokî va li benda mêvanên xwe ye.
Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku bi deverên dîrokî, nirxên turîzma baweriyê, tehm û xwarinên ji hev xweştir her ku diçe balê dikşîne di qada turîzmê da para xwe roj bi roj zêde dike.
Kesên bi saya çand, bawerî û siruştê ku diçin bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ger û tetîleke xweş dikin.
Di mehên payîz û biharê da bi taybetî li otêlên bajarên herêmê ji ber zêde rezervasyonan cih temînkirin zehmet e.
Ji bajarên li herêmê Şanliurfa bi Gola Xelîlûrehman, Girê Miraza, Gazîentab bi gastronomî û deverên turîstîk, Mêrdîn bi xaniyên dîrokî yên kevirîn, Adiyaman bi Çiyayê Nemrûdê û Diyarbekir jî bi birc, Baxçeyên Hewsêlê û gelek deverên din ên dîrokî va bala turîstan dikşîne ser xwe.
Serokê Odeya Rêberên Turîstan ên Herêmê Muslum Çoban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew wisa bawer dikin bi tetîla Eyda Qurbanê va wê jimara turîstan li herêmê zêde bibe.
AA