Bavê fedakar kurê xwe yê astengdar dide pişta xwe dibe xwendingehê

Bavê fedakar kurê xwe yê astengdar dide pişta xwe dibe xwendingehê

Halîl Şahînê li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê rûdine guh nade baran, herî û sermayê kurê xwe yê 10 salî yê astengdar dide pişta xwe û dibe xwendingeha kîlomêtroyekê dûrî malê.

Batuhan Şahînê 10 salî yê kurê Halîl û Fatma Şahînê ji dayikbûnê astengdar e. Malbatê xwe daye ber ewladê xwe dixebite ku hemû hewcedariyên Batuhan bibîne.

Batuhan dest bi xwendingehê kir û malbatê jî dest bi tempyeke mezin kir. Ji bo kurê wan ji perwerdeyê nemîne Halîl Şahîn ji mala xwe ya li rexê Bendava Karakayayê ya li tanga Kullumaxaraya li Taxa Dîlekê kurê xwe dide pişta xwe û dibe xwendingehê.

Halîl Şahîn guh nade şilî, herî û berfê her roj kurê xwe dibe xwendingehê ku ji perwerdeyê paşda nemîne.

Xêncî perwerdeya ji dûr va ya vê heyama dawîn Şahînê bav 3 sal e kurê xwe dide pişta xwe dibe xwendingehê. Gel herêmê û mamosteyên batuhan vê teqdîr dikin.

- "Zor ê lêbelê ez mecbûr im"

Halîl Şahîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ligel dijwariyan li mala bavê xwe bi malbata xwe ra jiyana xwe didomîne.

Şahîn diyar kir ku li gund bi heywandarî û cotkariyê debara xwe dike û jiya xwe ji bo kurê xwe y êastengdar feda kir.

Şahîn kurê xwe yê li pola 2yan a Dibistana Seretayî ya Emîne Uçkaçê dixwîne ji pêşdibistanê vir da dide pişta xwe û dibe xwendingehê, Şahîn wiha axivî:

"Bi îmkanên xwe kurê xwe dibim xwendingehê. Hin caran ji ber baranê û heriyê tengasiyê dikişînim lêbelê dîsa jî kurê xwe didim pişta xwe û dibim xwendingehê. Kurê min gelekî ji xwendingehê hez dike. Hin caran ji ber şilî û lehiyê rewş xiran dibe û nikarim kurê xwe bibim. Dîsa jî qasî ji destê min tê ez wî dibim. Ber jî bibare, rê bibe herî jî ez ê kurê xwe bibim xwendingehê. Zor ê lêbelê ez mecbûr im. Ez ê kurê xwe bidim xwendin, wî bimeşînim, ji bo vê çi ji destê min tê ez ê bikim."

- "Xwedê ji dewleta me razî be"

Şahîn ji ber mehaneya dewlet ji bo kurê wî yê astengdar dide sipas kir û wiha pê da çû: "Xwedê ji dewleta me razî be. Daxwaza min bi tenê ew e ku rêya di navbera malê û xwendingehê da were serastkirin û kusiyê bi aku bidin kurê minç Heke di mijarê da alîkariyê bidin me em ê gelekî kêfxweş bibin."

Fatma Şahîna dayik jî got li gel zor û zihmetiyan jiyana xwe didomînin, daxwaza wê ew e ku kurê wê jî di şertên normal da ji xwe ra here xwendingehê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE