3 xwîşk û birayên Adıyamanî di sala 2011an de li ser erdê xwe, 25 hezar darên gûzan danîbûn. Berên ku ew ji baxçe radikin her sal zêdetir dibin. Baxçeyê wan bi mezinahiya xwe li Türkiyê yekane ye.
Di sala 2011an de, li gundê Ortacayê yê bi ser Kolikê ve, li ser erdê bav û kalên xwe dest bi cotkariyê kirin.
3 xwîşk û birayên Adıyamanî niha li Tirkiyê, baxçeyê gûzan ê herî mezin xwedî dikin.
Ewilî bi saya piştgiriya Wezareta Çandiniyê, 25 hezar şitlên gûzan danîn.
Îro jî li cihekî 2 hezar deqarî, bi teknolojiya herî mezin, darên gûzan digihînin, gûzan berhev dikin û wekî fabrîqeyekê wan pakêt dikin.
Yek ji xwediyên vê projeyê Nîlgûn Kubilay dibêje, bi saya projeyê him însanên herêmê bûn xwedî kar him jî îthalata gûzan a Tirkiyê kêm bû.