Baxçeyê Botanîk ê Entabê, di nav tevdîrên koronayê de vekirî ye. Ji gelek derên cihanê û Tirkiyê gelek kes bi taybetî ji bo dîtina vî bexçeyî tên Entabê.
Dar, giya û kulîlk...
Li Baxçeyê Botanîk ê Entabê bi hezaran nebatên ji familyayên cuda hene.
Hin ji wan ji welatên Asya û Rojhilata Navîn hin ji wan jî ji deverên Efriqa û Amazonan hatine anîn.
Ligel cureyên giyayan, 11 heb baxçeyên taybet jî hene.
Li Entabê, bûk û zava di rojên nîşan û dawetê de piranî tên vê derê û wêneyên xwe didin kişandin.
Baxçe li ser qadeke 17 hezar metroçarçik hatiye avakirin.
Ji bona ku fireh e û mêvan pir nêzî hevûdû nabin, Entabî di van rojên koronayê de tên vê derê û bîna wan fireh dibe.