Baxçeyên mişmişan yên payîzê reng guherîn balê dikşînin

Pelên darên mişmişan ên rengê wan kesk, zer, tûtik û qehweyî ne demsala payîzê dîmenên xweş derxistin holê û bala wênekêşan dikşînin.

Baxçeyên mişmişan yên payîzê reng guherîn balê dikşînin

Li Îdirê bi hatina payîzê ra baxçeyên mişmişan bi rengê zer, tûtik û qehweyî va xemilîn.

Pelên darên mişmişan ên rengê wan kesk, zer, tûtik û qehweyî ne demsala payîzê dîmenên xweş derxistin holê û bala wênekêşan dikşînin.

Hîndekara Mekteba Bilind a Zanistên Teknîkî û Pîşesaziyê ya Zanîngeha Îdirê Belkis Muca Yîgîtê daxuyand bi hatina biharê va rengê daran guherî û wiha axivî: "Ev him ji bo Îdirê û him jî ji bo Tirkiyeyê bûyereke baş e. Ji bo kesên wêneyan dikşînin dîmenên xweş derketine holê."

- "Darên mişmişan payîzê balê dikşînin"

Îlterîş Kagan Taşkinsuyê baxçeyên mişmişan geriya jî got mişmiş ji bo aboriya bajêr gelekî girîng in, di biharê û payîzê da jî ji hêla turîzmê va feydeya wan digihêje bajêr.

Taşkinsu wiha axivî: "Darên mişmişan payîzê balê dikşînin û ji hêla turîzmê va feydeyê didin bajêr. Gelek turîst tên ziyareta baxçeyên mişmişan û bîranînên wan yên xweş çêdibin."

Taşkinsu got bila her kes bê Îdirê û baxçeyên mişmişan bibîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE