Li Diyarbekirê bazarek heye ku hemû esnafên wê ji jinan pêk tên. Jinên kedkar mîna mêran li bazara fêkî û sebzeyan dixebitin û nanê zarokên xwe derdixînin.
Ev bazara ku qîreqîra mêran jê nayê, her hefte li semteke Diyarbekirê tê avakirin.
Di vê bazara sebze û fêkiyan de hemû esnaf ji jinan pêk tên û nêzî 200 jin debara xwe bi bazarvaniyê dikin.
Her yek ji wan li ber dezgeha xwe sebze û fêkiyên xwe difiroşin û êvarê nan dibin nav zarokên xwe.
Seroka Komelaya Esnafên Jin Gazal Tunç der heqê bazarê de axivî.
Ferqa wan a sereke ew ku ew weke mêran naqîrin û mişteriyê wan jî sebze û fêkiyan bi xwe dineqînin.
Hemû jin ji bo ku pê debara xwe dikin ji karê xwe razî ne.
Ev neh sal in ku ev jin li bazaran esnaftiyê dikin û dixwazin derfetên ji bo jinan zêdetir bibin.