Bazara keda jinan

Berhemên ku jin li malê çêdikin li bazara jiyana xwezayî tên firotin.

Bazara keda jinan

Li Gaziantepê bi pêşengiya Şaredariya Gaziantepê bazara berhemên organîk hat vekirin. Bi taybetî berhemên ku jin li malên xwe çêdikin li bazarê radixin. Eleqeya ji bo bazarê zêde ye.

Li Gaziantepê bi pêşnegiya şaredariyê bazara jiyana xwezayî hat vekirin. Li bazarê piranî firoşkar xanim in. Jin geh berhemên xwe li malê çêdikin geh li bazarê.

Eleqeya ji bo bazarê zêde ye. Berhemên ku keda jinan tê de zêde ye li bazarê pêşkêşî gel tê kirin.

''Li vê derê em di heyama pandemiyê de karên gelek baş dikin. Wek mînak berhemên ji bo parastina laş baş in yên wek rêçal, rûn, giha, xwarinên herêmê yên Gaziantepê jî ji bo laş baş in.''

Meclisa jinan a şaredariya Gaziantepê bazarê bi rê ve dibe.

Bi taybetî di dema pandemiyê de eleqaya ji bo berhemên organîk zêde bûye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE