Bazara tiriyê mezroneyê

Her sal van çaxan tiriyê xwe kom dikin û li navenda bajêr difiroşin

Bazara tiriyê mezroneyê

Midyada Mêrdînê bi tiriyê xwe yê mezronenavdar e û welatî jî jê gelek hez dikin. Tiriyê mezroneyê her sal van çaxan derdikeve bazarê. Kîloya tiriyê mezroneyê îsal li dora 5 lîreyan tê firotin.

Midyada Mêrdînê him bi berhemên xwe yên dîrokî him jî bi tehmên xwe navdar e.

Yek ji wan tehman jî Tiriyê Mezroneyê ye.

Welatiyên herêma Torê her sal van çaxan tiriyên xwe diçinin û li navenda bajêr difiroşin.

Midyadî dibêjin tehma tiriyê me zaf xweş e. Li bazaran kîloya tiriyê mezroneyê li dora 5 lîreyan tê firotin.

Ji tiriyê mezroneyê dims, cild, bastîk û helîl jî tê çêkirin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE