Behra Vanê ziha dibe

Li aliyê Ercişê av 7,64 kîlomîtro paşde çû

Behra Vanê ziha dibe

li gorî daneyên ji peyka landsat’ê li behra Wanê nêzî 8 kîlomîtroyê av vekişiyaye. li gorî wê; herî zêde li peravên erdîşê av ziwa bûye. bi vekêşînê gelek îskele li derve man.

Ji ber mezinahiya xwe Gola Wanê li herêmê wek Behra Wanê tê zanîn.

Lêbelê di salên dawî de germahî golê ziwa dike.

Di 11 salên borî de qadeke nêzî 8 kîlomîtroyî ziwa bûye.

Ji ber vekêşîna avê mikrobiyalîtên di nav behrê de xuya dikin.

Herwiha îskeleyên ku li ser avê hatibûn avakirin jî li derve man û niha tenê li ser bejahiyê ne.

Dane ji peyka LANDSAT’ê hatine girtin.

Vekêşîna avê herî zêde li beşa jor a aliyê Erdîşê pêk hatiye.

Heke av dîsa zêde nebe wê mîkrobiyalît li derve bimînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE