Li Entabê di meha remezanê de çêkirin û firotina beqleweyan zêde dibe. Hosteyên beqleweyê ji bo ku di ber sparîşan re bigihînin bi şev û roj dixebitin.
Bi hatina meha rojiyê re welatî piştî fitarê zêdetir şîraniyê dixwin.
Beqleweya Entabê li welêt bi nav û deng e.
Welatî jî di rojiyê de zêdetir beqleweyê dixwin.
Hosteyên beqleweyê bi nanê tenik û fistiqên bi nav û deng tepsiyan hazir dikin.
Beqlewe him li bajêr tê firotin him jî li gorî sparîşan tê şandin çar aliyên welêt jî.