Berberên jêhatî ku li Tirkiyê bi hunera xwe xelat qezenc kirine, li gundên Muşê bûn. Berberan zarokên gundan traş kirin, bi wan re lîstin û diyarî dan wan.
Komelaya xêrxwaziyê ya bi navê ‘Kesên ku li ser xêran dicivin’ ji bo zarakên gundan çalakiyek li dar xist.
Komeleyê bangî berberên jêhatî yên xwedî xelat kir û ji bo zarokan berê xwe dan gundên Mûşê.
Li gundan zarokên ku berê qet neçûbûn cem kuafor û berberan hatin traşkirin.
Berberan piştî ku porê zarokan çêkir, bi wan re lîstîn, rûyên wan boyax kirin û diyarî dan wan.
Bi kêfxweşiya zarokan, berber û nûnerên komeleyê jî têra xwe şa bûn.