Berf heliya û kulîlk derketin

Deşt û çiya bi rengê biharê xemilîn...

Berf heliya û kulîlk derketin

Hewa germ bû, berf heliya, kulîlk derketin, deşt û çiya xemilîn. Îsal zivistanê dirêj ajot û gelek jî berf barî. Lê êdî hewa germ bû, berf heliya û kulîlkên rengbireng derketin.

Li Deşta Güzeldereyê ya Bilîsê berfîn derketin û xemilandin.

Gelek wênekêş hatin deştê û wêneyên ev manzaraya xweş kêşan.

Li Gevera Colemêrgê jî "çunga çiya" yanî kulîlkên zer derketin.

Deşt û newal bi van kulîlkan xemilîn.

Ev kulîlk piştî ku berf dihele derdikevin û di nav 10 rojan de jî hişk dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE